Em gavên pêþîn diavêjin
Îmam Taþçier: ““Îro Efrîn heye. Sibe ger refleksek neteweyî tinebe, dê dîsan Efrîneke din rû bide. Ji ber vê yekê divê yekîtiya neteweyî bê avakirin. Di hevdîtinan de me li ser astengiyên heyîn jî axivî. ”
DENÎZ NAZLIM/ HAYRÎ DEMÎR / MA/ ENQERE
Parlamenterê HDP’û yê Amedê Îmam Taþçier ê di þandeya HDP’ê de cih girt, bal kiþand ser serdana xwe ya Herêma Kurdistana Federe û got, “Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêþîn diavêjin. Em armanc dikin ku refleksên me yên neteweyî bi pêþ kevin.”
Þandeya HDP’ê ya Hevseroka Giþtî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî di navê de li Baþûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî KDP, YNK, Tevgera Gorran û gelek partiyên din re hatin gel hev. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taþçier ê di nava þandeyê de bû, diyar kir ku rojeva wan a sereke yekîtiya neteweyî bû.
Me ew pêvajo temam nekiribû
Taþçier, bal kiþand ser serdanên HDP’ê yên salên 2016’an û wiha axivî: “Me xwest em van serdanên xwe dewam bikin. Ji bo yekîtiya neteweyî hêviyên mezin ji Bakurê Kurdistanê hene. Di wê pêvajoyê de hêviyên yekîtiyê pirr zêde bûn. Me ew pêvajo temam nekir. Ji ber ku gelek êriþ li dijî HDP’ê hebûn. Hevserokên me, parlamenter û endamên partiya me hatin girtin. Me xwest em careke din dest bi wê pêvajoyê bikin. Piþtî kongeya HDP’ê, destpêkê em çûn serdana Baþûrê Kurdistanê. Ev pêvajoya niha pirr tevlîhev e. Sibe dê çi bibe, ne diyar e. Lê ligel vê yekê jî em rastî elaqeyeke mezin hatin.”
Çûyîna me pirr baþ bû
Taþçier, diyar kir ku di hevdîtinan hema bibêje hemû partiyan de ramanên wan yek bûn û wiha axivî: “Di hevdîtinan de me li ser rê û rêbazan nîqaþ kir. Di çarçoveya pêþniyazên di demên pêþ de, em ê hevîtinên dualî bikin. Piþtî desteserkirina Kerkûkê, partî ji hev xeyîdîne û diyalog lawaz bûye. Çûyîna me pirr baþ bû. Partiyan hem bi me re û hem jî di nava xwe de diyalog bi pêþ xistin. Ji ber pirsgirêkên navxweyî, diyalogên bi parçeyên Kurdistanê re kêm bûbûn. Me pêþniyarên hevdîtinên du alî, rêyên îqna kirin û girîngiya hatina gel hev kirin. Bi vî awayî me xwest em hevdîtinan dewlemend bikin. Me tenê pêþniyar kirin. Me got yekîtiya neteweyî girînge û divê demildest pêk were. Ji bo pêþketina vê yekê me li ser rê û rêbazan nîqaþ bi rê ve birin.”
Yekîtî divê tim hebe
Taþçier, da zanîn ku heger Kerkûk nehatiba dagirkirin, her 4 parçeyên Kurdistanê li dijî vê derbiketana, Efrîn wê wisan nebûya û wiha pê de çû: “Îro Efrîn heye. Sibe ger refleksek neteweyî tinebe, dê dîsan Efrîneke din rû bide. Ji ber vê yekê, divê yekîtiya neteweyî bê avakirin. Di hevdîtinan de, em li ser astengiyên heyî jî axivîn. Di nava partiyan de dilnexweþî hene. Dîsan di nava her çar parçeyan de dilnexweþî hene. Em niha gavên pêþîn ên kongreya neteweyî diavêjin. Yekîtî divê tim hebe. Divê her kes bi partiyên xwe reng bidin yekîtiya neteweyî. Heger refleksên me yên neteweyî bi pêþ bikevin, yekîtiya me jî wê ava bibe. Yekîtiyeke li ser hilbijartinan bê avakirin, ti carî bi ser nakeve. Em dixwazin li ser nirxên neteweyî yekîtiyê ava bikin. Heger ev bi pêþ bikeve, jixwe yekîtî dê bandora xwe li hilbijartinan jî bike. Wê demê, Kurd wê bi tifaqan karibin beþdarî hilbijartinan bibin. Kurd dê di qonaxên hilbijatinê de bi rola kilîdê rabin. Ji bo ev rola kilîdê xurt bibe, divê em yekîtiya xwe ava bikin.”
109
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA