Gerîla sîlehên MÎT’ê rakirin
Gerîlayên HPG´ê 23´yê Adara bihurî li Çiyayê Mava 3 rêveberên payebilind ên MÎT´ê bi çalakiyekê kuþtin, dest danîn ser sîleh û belgeyên bi wan re. Li Baþûrê Kurdistanê jî gerîlayan careke din derb li eskerên li ser Girê Lêlikan bicihbûyî xist.
HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Sêrtê, Lêlikan, Gever û Çelê daxuyanî da. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 23’yê Adarê li Sêrtê 3 endamên payebilind ên MÎT’ê, hatine kuþtin, her wiha li Gever û Lêlikan 9 esker hatine kuþtin.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla da doh daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê gotin, 23’yê Adarê li Sêrtê 3 endamên payebilind ên MÎT’a Tirk hatine kuþtin û her wiha di çalakiyên Lêlikan û Geverê de jî 9 esker hatine kuþtin, gelek esker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 2 gerîla ji bo ku dîl nekevin destê hêzên dagirker, bombeyên xwe, bi xwe de teqandine.
Belgeyên rêveberên MÎT´ê ketin destê gerîla
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya Pêngava Þoreþger a Þehîd Delîla û Þehîdên Bestayê 23’yê Adarê saet 13.30’an li Mava ya Sêrtê, di navbera gundên Meîna û Mulê de gerîlayan li dijî endamên îstîxbarata Tirk çalakiyek kir. Wesayiteke ku endamên MÎT’ê yên payebilind tê de bûn, derbeke serketî xwariye, wesayît ji rê derketiye û qulibî ye û hêzên gerîla li vir 3 endamên îstîxbaratê kuþtine û dest danîne ser 3 AK-47’an û 5 jarjor û 150 guleyên van çekan danîne û her wiha dest li ser nasname û gelek belgeyên van þexsan.
‘Canþêr û Þoreþ þehîd bûn’
Piþtî çalakiyê, artêþa Tirk a dagirker operasyoneke berfireh daye destpêkirin, û 24’ê Adarê di navbeyna hêzên gerîla û eskerên dagirker de þer qewimiye. Li ser þer daxuyaniya HPG´ê wiha dewam dike: “Di vî þerî de gelek eskerên dijmin hatin kuþtin, hevrêyên me Canþêr û Þoreþ ku li dijî eskerên dijmin bi lehengî þer kirin, ji bo ku nebin dîlên ber destê eskerên dijmin, bombeyên xwe bi xwe de teqandin û þehîd bûn. Operasyon 26’ê Adarê bi dawî bû. Di dema operasyonê de hêzên dagirker bi ser gundê Mulê de girti û zext li gundiyan kir.”
Girê Lêlikan goristana dagirkeran
HPG´ê li ser berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Baþûrê Kurdistanê jî daxuyaniyek da û got, “14’ê Nîsanê hêzên me saet 16.50’î li Lêlikan a Baþûrê Kurdistanê li dijî artêþa TC’ê çalakî kir. Di çalakiyê de derb li mewzî û konên dijmin xistin û berbiçav 5 esker kuþtin.”
HPG´ê ji bo çalakiyên gerîla li Bakurê Kurdistanê jî got, 14’ê Nîsanê sibehî gerîlayan li Geverê, li gire Elîþêr bi çalakiyekê, derb li eskerên Tirk da, lê hejmara eskerên kuþtî û birîndar nehatiye zelalkirin.
30’ê Adarê jî hêzên gerîla li Geverê, di navbera qereqola Wargenima û girê Tempo bi çalakiyeke sabotajê ya li dijî wesayiteke zirxî ya artêþa Tirk, bi awayekî piþtrastkirî 4 esker kuþtin.
HPG´ê ji bo çalakiyekek heman rojê li Çelê ya Colemêrgê jî got, “li geliyê Deþtanê (gerîlayan) li dijî hêzên dagirker çalakî kir. Di encamê de çend esker hatine kuþtin û birîndar bûne, zelal nebûye.”
Nasnameya þehîdên HPG´ê
HPG´ê nasnameya gerîlayên di çalakiya li dijî endamên MÎT’ê de þehîd bûyî, wiha eþkere kir:
Canþêr Raman (Haydar Topkan) ê li Êlihê jidayikbûyî, 24’ê Adara 2018’an li Sêrtê jiyana xwe ji dest da; Þoreþ Xeyrî (Mahmûd Îbîþ), ê li Kobanê jidayikbûyî, 24’ê Adara 2018’an li Sêrtê jiyana xwe ji dest da.
ANF / BEHDÎNAN
2 esker li Agiriyê hatin kuþtin
Tê gotin ku li Bazîdê di þer de 2 leþkerên Tirk hatine kuþtin, 3 leþker jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeyên medyaya Tirk, li navçeya Agiriyê Bazîdê, roja Înê piþtî nîvrojê di navbera hêzên gerîla û leþkerên Tirk de þer qewimî.
Di vî þerî de li gorî çapemeniya Tirk, 2 eskerên artþa Tirk a dagirker hatine kuþtin, 3 esker jî birîndar bûne.
Çavkaniyên herêmî bi xwe, dan zanîn ku gelek ambûlans çûne herêma þer.
HPG’ê li ser vî þerê li Bazîdê, hîna daxuyanî nedaye.
ANF / AGIRÎ
101
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA