Konferansa Ciwanên Kurd a Awarte

Yekemîn Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewrûpayê, piþtî amadekariyeke demdirêj jê re dihate kirin, li paytexta Fransa Parîsê tê kirin.

16 Nisan 2018 Pazartesi | Kurdî

Yekemîn Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewrûpayê, piþtî amadekariyeke demdirêj jê re dihate kirin, li paytexta Fransa Parîsê tê kirin. 

Konferans bi þiyara “Bi berxwedana serdemê serî hilde, bi felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin bike” doh li paytexta Fransa Parîsê dest pê kir. 300 ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Ewrûpayê û nûnerên ciwanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî konferansê bûne. Tevî posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên þehîdên têkoþîna azadiyê ya Kurdistanê li salona konferansê hatine daliqandin. Piþtî rêzgirtinê û axaftina destpêkê, ji bo dîwanê 5 kes hatin hilbijartin ku 3 jê jin in.


Em ê ciwan bi ser kevin

Piþtre Xebat Ocalan li ser navê Civaka Azad axivî, û bi bîr xist ku tevgereke gel bêyî pêþengiya ciwanan nikare bigihîje azadiyê. Ocalan got, “Gotina ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ bi rengê herî sade û cewherî balê dikiþîne ser cihê ciwanan ê di nava têkoþînê de. Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Jînda Botan bi rêya Skype beþdarî konferansê bû û rola ciwanan a di berxwedana Efrînê de û pêngava ‘Serî hilde’ nirxand. Ji CDK-F jî Vedat Bîngol peyivî û anî ziman ku ciwan hêviya civakê ne. Bîngol got, “Mîna ku em her carê dibêjin; hêviya hemû civakan ciwan in.”


Konfederalîzma Demokratîk weke alternatîf

Paþê li ser konfederalîzma demokratîk û xweseriyê semînerek hate dyain. Di semînerê de nêzîkatiya sîstemên kapîtalîst-emperyalîst a li ser ciwanan û sîstema konfederal a demokratîk ku alternatîfa vê ye, hatin nirxandin. Di rûniþtina dawî ya pêr de bandora þerê psîkolojîk li ser ciwanan, asîmîlkirina Kurdan, pêkanînên ku Kurdan ji xwe û nasnameya xwe dûr dixin û zextên dewletê yên li ser çand û zimanê Kurd hatin nirxandin. Konferans ku pirsgirêkên ciwanan lê têne nirxandin, doh jî dema nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir. 


PARÎS


104

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA