2 helîkopter hatin xistin

QSD’ê ragihand ku şervanên wan pêr 2 helîkopter xistine û di şer de 11 eskerên dewleta Tirk kuştine.

12 Şubat 2018 Pazartesi | Kurdî

QSD’ê ragihand ku şervanên wan pêr 2 helîkopter xistine û di şer de 11 eskerên dewleta Tirk kuştine. 

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), du helîkopterên artêşa Tirk li Efrînê hatin xistin û di çalakiyan de bi giştî 11 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de QSD´ê ev agahî dan: „Hêzên me roja Şemiyê 2 helîkopterên artêşa Tirk a mêtinger xistin xwarê. Me beriya niha dîmenê dema xistina helîkopterê weşandibû û dewleta Tirk jî li xwe mikur hatibû ku helîkoptera wê hatiye xistin. Li gorî agahiyên me ji fermandarên xwe yên li bereya şer wergirt, du helîkopter ji aliyê hêzên me ve hatine xistin. Di helîkoptera destpêkê de fermandarek û eskerek mirin. Şervanên me li heman bereyê, helîkoptereke bi tîpa Skorsky a ku esker dibirin jî, xist xwarê. 9 eskerên Tirk ên di vê helîkopterê de hatin kuştin. Di van herdu çalakiyan de bi giştî 11 eskerên Tirk hatin kuştin.“


QSD: Di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatin kuştin 

Her wiha Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a  ji 1’ê Sibatê heta 8’ê Sibatê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatine kuştin. gelek tank û wesayîtên eskerî hatine rûxandin. 


257

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA