Qayyim kreşa bi navê Taybet Înan girt!

Qayyimê navçeya Artemetan ya Wanê Kreşa ku bi navê Taybet Înan hatibû vekirin girt. Taybet Înan li Şirnexê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li kuçeyê mabû.

08 Aralık 2017 Cuma | Kurdî

Qayyimê navçeya Artemetan ya Wanê Kreşa ku bi navê Taybet Înan hatibû vekirin girt. Taybet Înan li Şirnexê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li kuçeyê mabû. 

Qayyimê ku tayinî Şaredariya Artemetan ya Wanê ya Partiya Herêman a Demokratîk bû kreşa bi navê Taybet Înan girt. Kreşa bi navê "Pêşdibistana Taybet Înan" ya ku li kuçeya Çiçekli ya Artemetan, berê navê wê ji tabelayê birin dawiyê tabelaya "Mala Piştgiriyê ya Malbatê" daliqandin û kilît li derî xistin. Xelkê ku bertek nîşanî guhertina navê tabelayê dan gotin:" Dayikek ku bi êşkenceyê hatiye kuştin, navê wê yê li ser tabelayê dê çi xirabiyê bide mirov?"  


WAN



22

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA