Çalakiya Strasbourgê 47 roj li pey xwe hişt

Çalakiya li bajarê Fransa Strasbourgê ya bi armanca saziyên navnetewî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkilî deyne û agahiyên derbarê wî de ji raya giştî re belav bike, 47 roj in bênavber didome. Çalakiya rûniştinê di roja 47. de (doh) hewldana provokasyona polîsan dest pê kir.

08 Aralık 2017 Cuma | Kurdî

MEMED DREWŞ / STRASBOURG


Çalakiya li bajarê Fransa Strasbourgê ya bi armanca saziyên navnetewî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkilî deyne û agahiyên derbarê wî de ji raya giştî re belav bike, 47 roj in bênavber didome. Çalakiya rûniştinê di roja 47. de (doh) hewldana provokasyona polîsan dest pê kir.

Polîsên Fransî serê sibê zû hatin cihê çalakiyê bi awayekî provokatîf  ji çalakgeran xwestin ala PKK û alên din hilnedin . Polîsan bi gotinên wekî “eger hûn bi xwe ranekin, emê bi xwe werin û wan alan hemûyan rakin” çalakger tehdît kirin.


Polîsan paş de gav avêtin

Ev helwesta polîsan rastê nerazîbûna çalakgeran hat. Çalakgeran daxwaza polîsan red kir û gotin: „Em ji bo daxwazeke hatine vir. Ew jî ev e ku agahiyeke ji Ocalan bistînin. Heta ku em ji Ocalan agahiyê nestînin, emê ne alên xwe û ne jî konên xwe rakin û emê çalakiya rûniştinê bidomînin.“

Li ser vê biryardariya çalakgeran, polîsan paşde gav avêtin û ji cihê çalakiyê veqetiyan. Piştî wê jî çalakgeran bi biryardariyeke mezin çalakiya xwe domand. 


Heta hevdîtin çêbe

Piştî nîvro ji bajarên Swîsre Basel, Bîel, Luzern û ji gelek bajarên Almanyayê Kurdistanî hatin û tevlî çalakiyê bûn. Seat di 14’an de ji cihê çalakiyê heta ber deriyê CPT’ê meş hate lidarxistin. Kurdistaniyan bi meşê careke din bal kişandin ser girîngiya Ocalan û daxwaza çûyina CPT a Îmraliyê anîn ziman. Piştî protestoya rûniştinê ya 10 deqeyan ya li ber deriyê CPTê,  heta Konseya Ewrûpayê meşiyan.

Li wir jî çalakgeran bal kişand ser berpirsyariya Konseya Ewrûpayê û jê xwest ku bi berpirsyar tevbigere û biçe Îmraliyê. Kurdistaniyan diyar kirin ku heta CPT biçe Îmraliyê ango rê li ber hevdîtinekê veke, ewê çalakiya xwe bidomînin.



105

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA