Ders girtina ji dîrokê

SALÝH CUMA PÎR
Dewleta Tirk êriþên xwe yên siyasî û eskerî li dijî Kurdan zêde kirine ji bo ku di þert û mercên Þerê Cihanê yê Sêyemîn de Kurd xurt nebin, negihîjin statuyeke siyasî. Tevahiya derfetên xwe ji bo dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan seferber kirine. Siyaseta xwe ya hundir û derve li ser esasê êriþa li dijî Kurdan û pêþîgirtina li jiyana azad û demokratîk a Kurdan ava kiriye. Li hundir tifaqeke dijminatiya li dijî Kurdan a bi navê "tifaqa cumhur" çêkiriye. Li derve jî tawîz dane Rûsyayê û bi vê jî Rûsya kiriya hevparê siyaseta xwe ya qirrkirina Kurdan. Bi vî awayî di dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan hem Rûsyayê, hem jî Elmanyaya pê re têkiliyên wê yên dîrokî hene û hin endamên NATO´yê jî bi kar tîne.
Di van þert û mercên siyasî de niha jî li Baþûrê Kurdistanê, hin herêmên PDK´ê bi kar tîne, êriþeke ji bo kontrolkirina hin herêmên çiyayî û hawîrdora wan daye destpêkirin. Tê fêmkirin ku bi bêdengiya PDK´ê û heta bi erêkirina wê armanca wê ew e hin deverên çiyayî kontrol bike û meydanên gerîla teng bike. Bêguman ji ber ku wê nikaribe têkoþîna gerîla rawestîne, wê êriþa xwe ya dagirkirinê her berfirehtir bike. Heta ku li Tirkiyeyê dev ji vê siyaseta qirrker neyê berdan, ev êriþkarî wê raneweste. Ji ber ku dema nikaribe Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike, di dawiya Þerê Cihanê yê Sêyem de Tirkiye wê demokratîk bibe û Kurdistan jî wê azad bibe. Ev jî wê bi dawî bibe bi wî rengî ku hêzên heyî yên siyasî yên niha têk biçin, ji holê rabin.
Desthilatdariya AKP-MHP´ê niha pêþengiya dijminatiya Kurdan dike. Bi dijminatiya li dijî Þoreþa Rojava, û bi dagirkirina Kerkûk û Þengalê wan ev rûyê xwe eþkere nîþan da. Niha li Baþûrê Kurdistanê dixwazin deverên çiyayî yên stratejîk ên ku ji bo Kurdan girîng, ji bo jiyana azad û demokratîk a Kurdan misogerî ne, dagir bikin. Bêdengiya Iraqê û PDK´ê cesaret daye vê êriþa dagirkeriyê. Di navê de çiya û geliyên Xakurkê jî ji bo dagirkirina Deþta Heyatê û Deþta Hertê êriþan dewam dikin. Gelek gund yan hatine valakirin, yan jî ketine bin kontrola hêzên dagirker de. Dema ku em li ber çavan bigirin ku beriya niha jî 15-20 baregehên wan ên eskerî jî hebûn, ev a heyî dagirkeriyeke cidî ye li Baþûrê Kurdistanê. Bêdengiya hêzên siyasî yên Baþûrê Kurdistanê beramberî dagirkeriyeke di vê astê de bêîradetî ye. Heta þikestineke îradeyê îfade dike. Dewleta Tirk difikire ku îradeyeke siyasî û hêzeke berxwedanê ya hêzên siyasî yên Baþûrê Kurdistanê nîne, û dagirkeriyeke bi vî rengî bêperwa bi rê ve dibe. Helwêsta xwe ya beramberî hêzên siyasî yên Baþûr ên ku berê weke serekeþîran yan jî bi peyvên din heqaret li wan dikirin, neguhertine.
Beramberî vê rewþê, divê hêzên siyasî yên Kurd bibin xwedî helwêst. Heger hêzên siyasî yên Kurd bibin yek û piþtgiriya Tevgera Rizgariya Kurd bikin, berxwedana ku tevî gel bê birêvebirin, wê vê êriþkariyê bi hêsanî biþkîne. Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê birêz Duran Kalkan got, “Hêzên siyasî yên Baþûr, bila bibin xwedî helwêsteke siyasî, bila li ber dagirkeriyê rabin, em ê xwe bidin ber zehmetiyan, em ê barê têkoþînê hilgirin” û bi vî awayî îstîqametek nîþan da. Heger hêzên Baþûr bibin xwedî helwêst û gel jî bixin nava tevgerê, hingê wê ne zehmet be ku Tevgera Rizgariya Kurd van êriþan biþikîne. Lê belê heger bê deng bimînin û gel nexin nava tevgerê, ev dagirkerî wê li tevahiya Baþûrê Kurdistanê belav bibe. Dagirkerî belav bibe, berxwedan jî wê belav û xurt bibe. Lewma, hêzên siyasî yên Baþûrê Kurdistanê divê li dijî berfirehbûna dagirkeriyê helwêsta xwe diyar bikin. Divê hem li dinyayê û hem jî li Rojhilata Navîn, helwêsta dagirker a dewleta Tirk teþhîr bikin. Heger hêzên Baþûrî li dijî dagirkeriyê bin, li dinyayê û li herêmê jî gelek hêzên siyasî wê li dijî faþîzma AKP-MHP´ê rabin. Bêdengiya hêzên Baþûrî bi xwe, di serî de wê zirarê li wan bike. Ji ber ku wê îradeya wan lawaz bike, di siberojê de wê rê li ber tehlûkeyên mezintir veke.
Divê di serî de hêzên siyasî û gelê Baþûrê Kurdistanê, tevahiya hêzên siyasî û gelê li seranserê Kurdistanê êriþên dagirkeriyê yên heyî li Baþûrê Kurdistanê, cidî bigire. Li dijî dagirkeriyê, li çar parçeyên Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê, di serî de Ewrûpa, Kurdên li seranserê dinyayê zend û bendan vemalin. Li hemberî operasyoneke dagirkeriyê bêdengiyeke di vê astê de ji bo Kurdan hemûyan tehlûke ye. Neketina rojeva hêzên siyasî yên Baþûrî ya vê dagirkeriyê û nekirina ku gel zend û bendan bade, ne tiþteke ku mirov fêm bike. Nabe ku di vê astê de bêdengî û bêhestiyarî hebe. Gelê Baþûrê Kurdistanê, bêyî ku li helwêsta hêzên siyasî binihêre, divê li her derî bikeve nava tevgerê. Divê destûrê nedin ku operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk berfireh bibe. Ji bo derxistina ji deverên dagirkirî ya hêzên qirrker û ji bo rakirina tevahiya baregehên eskerî, gel divê li her derî bikeve nava tevgerê.
Hêzên siyasî yên Baþûrî ji bo gerîlayên HPG´ê pirsgirêkan derdixin û dibêjin, li filan deverê wiha tevnegerin, beramberî hêza dagirker a dijminê Kurdan û qirrker bêdeng dimînin, ev yek cesaretê dide dagirkeran. Ti hêza siyasî ya Kurd nabe ku ji gotinên dewleta Tirk ên weke "Em ne li dijî Kurdan in, li dijî PKK´ê ne" bawer bike. Ji ber ku halê hazir, ji bo Tirkiyeyê astengiya li pêþiya qirrkirina Kurdan a herî mezin PKK ye, gotarên bi vî rengî yên xapînok bi kar tîne. Dema ku PKK bê tesfiyekirin, wê hingê hêzên din ên siyasî yên Kurd ji xwe re weke tehlûke bibîne. Mirov rabe hizir bike ku dewleta Tirk a ku di nava sînorên xwe de pirsgirêka Kurd nikare çareser bike, wê bi rengekî din hereket bike, ev ê bibe xeflet. Lewma, divê dijminatiya li dijî Kurdan a faþîzma AKP-MHP´ê pirr baþ bê dîtin û li hemberî êriþkariya vê desthilatdariyê divê mirov bibe xwedî helwêst. Divê êdî ew helwêstên sist û nehestiyar ên ku paþê mirov poþman dikin, nemînin.
Mêhtingerên qirrker siyaseta parçekirin û li dijî hev bikaranîna Kurdan daye ber xwe. Ev, pêkanîna wê siyasetê beramberî hêzên siyasî ye ku Osmaniyan bi sedsalan li dijî eþîran tetbîq kir. Osmaniyan timî li dijî eþîrên Kurd ên xurt, eþîrên din bi kar anîn. Heger paþê yekî din xurt bûbe, bi siyasetên bi heman rengî bi wî re jî miamele kiriye. Lewma, divê ti hêza Kurd bi lîstika dijminatiya dewleta Tirk a li dijî PKK´ê nexape, nebe xwedî helwêstên ku cesaretê bide êriþên li dijî PKK´ê. Dersa herî esasî ya ku dîroka Kurdan fêrî hemû Kurdan kiriye, ev e. "Ma ku ji dîrokê ders bihata girtin, ew qet dubare dibû?"
270
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA