Di derbarê Oscarê de

ARDÎN DÎREN
Asgar Farhadî di fîlmê xwe yê bi navê “Derbareye Elly” de li ser derew û rastiyê disekine. Kêþana kamerayê û hûnandina pevbestina vî fîlmî di derbarê derew û rastiyê de di serê me de gelek pirsan çêdike. Ev fîlm bi gelek pirsên bê bersiv hatiye nixûmandin ku fîlmekî têr serkeftiye û li gelek mihrîcanan jî xelat wergirtiye. Piþtî vî fîlmî sînemaya Farhadî, ji sînorên Îranê ber bi sînorên cîhanê ve çeperên xwe fireh kir û hate naskirin. Sînemaya Farhadî sînemayeke qewî û xwedî derd e. Zimanê sînemaya wî zimanekî bi çêjn e û çîrokên ku ew vedibêje çîrokên gerdûnî ne. Dîsa mirov dikare ji bo Farhadî bibêje ku ew di sînemayê de xwedî þêwazek resen e. Ev reseniya wî êdî li cîhanê baþ tê naskirin û pejirandin. Bi taybetî senaryoyên fîlmên wî hêjayî nirxandin û þîrovekirinê ne. Piþtî fîlmê “Codayi-î Nadir ez Sîmîn/Cihêbûna Nadir û Sîmin” vê carê bi fîlmê xwe yê bi nav “Forushande/Firoþkar” ev bû cara dûyemîn ku xelata Oscarê ya fîlmê biyanî yê herî baþ werdigire. Lê ji ber ku serokê komara Emerîka D. Trump ji bo 7 welatan biryar girt ku niþtecihên li van welatî neyên Emerîka, Farhadî jî li hember vê hiþmendiya Trump bertek nîþan da û tevlî merasîma xelatên Oscarê nebû. Li gel ku tevlî merasîmê nebû Farhadî, ev berteka xwe bi nameyekê anî ziman û nameya wî di þeva ku xelat hatin dayîn de ji hêla jinekê ve hate xwendin. Bi nameya Farhadî, ev bû cara dûyemîn ku li Oscarê name tên xwendin. Heger em bînin bîra xwe di sala 1973’an de lîstikvanê navdar Marlon Brando, xelata lîstikvanê herî baþ wergirt lê Brando ev xelat red kir û di þûna xwe de jineke Çermsor-Kýzýldereli þand Oscarê. Ji bo balê bikiþîne ser qirkirina çermsoran, vê jina çermsor nameyek xwend û hemû cîhanê carek din çermsor bi bîr anîn û naletê li hiþmendiya Emerîka barandin. Brando wek hunermend û rewþenbîrekî peywîra xwe anîbû cî û li hember qirkirina gelên çermsor bi berpirsyarî tevgeriya bû, ji lewre jî xelata Oscarê paþve vegerandibû. Berteka Brando, Brando bêtir kir Brando. Min jî hêvî dikir ku Farhadî xelat paþve vegerîne, lê mixabin tiþtekî wiha pêk nehat tenê name hate xwendin. Ji lewre paþve vegerandina xelata Oscarê, paþve vegerandina hiþmendiya Emerîka ya kapîtalîst, emperyalist û hollywoodê ye! A girîng li gor min ev yek e. Wek bersivek tûnd mirov dikare biçe biryareke wisa, lê êdî her kesek û feraset û nêrîna xwe.
Heger em dîsa vegerin fîmê “Derbareye Elly” û em derew û rastiyê bînin gel hev mirov dikare bibêje ku xelatên Oscarê jî dereweke mezin e, lê mixabin ji bo ku bertekên tûnd li hember van xelatên Oscarê tune ye, xelatên Oscarê niha wek rastiya sînemayê tên hesibandin. Oscar kîjan fîlmê “baþ” hilbijêre ew fîlm dibe fîlmê herî baþ. Bi van xelatan Hollywood, serdestiya xwe ya li ser sînemayê her sal ji nûve vedijîne û hemû sînemageran di bin sîwana xwe de dicivîne. Her sal berê her kesî li van xelatan e, di nav sînemageran de dûbendiyek hatiye avakirin; sînemagerên xwedî Oscar û yên bê Oscar! Heger Oscarê te tune be tu ne xwedî nirxî û tu ne “baþ” î! Ji bo sînemagerek Oscar bivê nevê tê dîtin. Ji lewre jî ji bo ev xelat were bidestxistin her sal gelek kirêtî dikevin meriyetê û gelek sînemager pîvan û rêgezên xwe binpê dikin. Dîroka Oscarê ji vê hêlê ve pir qirêj e mixabin, tu sal tine ye ku li Oscarê bûyerên ecêb naqewimin. Gelek caran jî ev yek bi zanebûn tê kirin ku bala cîhanê ji ser sînemaya Hollywood û Emerîka kêm nebe! Ev yek eþkere li ber çavan e û kes nikare vê yekê înkar bike. Oscar her tim dixwaze rojevê dagire û balê bikiþîne ser Emerîka.
Derbareyê Oscarê de mirov çi bibêje dê kêm bimîne. Bêguman Oscar tenê peykerekî sînemayê nîn e, ew ji peykerekî wêdatir e! Ew peyker îmaja Hollywoodê ye. Oscar peyitandina hiþmendiya Emerîkî ya li ser sînemayê ye, mixabin di bin “bêhempa”bûna xelatên Oscar’ê de hemû sînemaya cîhanê bindest e! Di bin “mezin”bûna xelatên Oscarê de sînemaya welatên din “biçûk” dimîne ango biçûk tê xistin. Ev çend sal e ku ev derew wek rastiyekê hatiye pejirandin, lê êdî divê sînemagerên wek Farhadî van derewan deþîfre bikin û rastiyê li rûyê Hollywoodê bixin.
Di fîlmê “Derbareye Elly” de peyveke wiha derbas dibû, “Dawiyeke xerab, ji bêhêvîtiya bê dawî çêtir e”. Pêwîst e êdî sînemagerên dijber yên ku sînemaya xwe “azad” binav dikin, rojek berî rojekê vê dawiya xerab bijîn û êdî tu hêviyan ji xelatên Oscarê nekin û nekevin ti bendewariyan. Ji ber ku êdî zelal bûye xelatên Oscarê li gor berjewendiyan û bi polîtîkayek qirêj tên belavkirin. An ew ê sînemager dawiyeke xerab û tirsnak bijîn û di bin xemla derewîn ya Oscarê de nepelçiqin an jî ewê heta dawîyê bêhêvî bijîn û xelatên Oscarê wek rastiya sînemayê bihesibînin!..
Farhadî di nameya xwe de wiha dibêje, “Kesên xwedî baweriyên hiþk, her çiqas netewe wan, angaþtên wan yên polîtîk û þerên ku dimeþînin cûda be jî, têgihiþtina wan ya dinyayê heman tiþt e û wek hev fehm dikin. Dinyayê jî bi hiþmendiya “em û ew” watedar dikin û bi vê hiþmendiyê li ser “yên din” îmajên tirsê ava dikin û li ser niþtecihên welatê xwe jî vê tirsê pêþ dixin û vê tirsê dixin nav civaka xwe.” Tiþtê ku Farhadî tîne ziman teqez rast in û di cih de ne. Ev bi salan e ku vê yekê Hollywood dike. Ev îmajên tirsê bi destên Hollywoodê li dinyayê belav dibin. Hollywood her çiqas salê carekê bi riya Oscarê xelatekê bide fîlmên biyanî jî, ew ê tu car “biyanî”yan di nava xwe de xwedî nekin, ji lewre Farhadî jî, sînemagerên welatên din jî ji bo wan her tim “yên din” in! Tenê salê carekê bi peykerê xwe yê Oscarê “mezin”bûna xwe li ser “biçûk”tiya fîlmên biyanî dipeyitînin. Tiþtên herî baþ ku Oscar dike ev yek e, “Ha ji we re para we jî ev û dengê xwe bilind nekin!” Her sal ji bo vê yekê xelatê didin fîlmekî “biyanî-yên din”. Ev jî îmajeke dîtir ya Holywoodê ye ku nijadperestiya xwe bi vî awayî dinixûmîne!
Heger em bejna kameraya xwe li ber Oscarê bitewînin, wek ku çewa çermsoran qetil kirin ew ê sînemaya me jî qetil bikin. Ji vê hêlê de em baþ dizanin ku Emerîka û Hollywood têra xwe xedar e û efû nake. Her tim li dû xapandinê ye, azadî, aþtî û wekhevî ne xema wan e. Ji lewre em jî dikarin wek Brando wan efû nekin û peykerê wan li serê wan bixin û bejna kameraya xwe li ber xemla xelatên wan yên derewîn netewînin.
Divê em bi hêza dîmenên xwe zanibin û em têbigihîjin ku “biçûk”bûna me ji “mezin”bûna wan sed car watedartir û bi nirxtir e.
Oscar, çîrokeke kirêt û xerab e, lê mixabin popûler e ji ber vê yekê ewqas tê xwendin!
3618
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA