Yên sefîr kuþt, heyranê Erdogan e

23 Aralık 2016 Cuma

CEMÎL BAYIK

Sefîrê Rûsya yê Enqerê ji aliyê polîsekî ku berê parazvaniya Tayyip Erdogan kiriye ve hate qetilkirin.  Em vê cînayetê bi tundî þermezar dikin, ji bo gelê Federasyona Rûsyayê sersaxiyê dixwazin. 

Desthilatdariya faþîst a AKP-MHP’ê û medyaya alîgir mîna her bûyerê ketina nava hewldanên berovajîkirinê û serî li rêbaza xapandina gel û cîhanê dan. Her wiha ji bo ku rastî neyên axavtin, nerîna ku ew dixwazin da ku hakim bibe derbarê bûyerê de qedexeya weþanê danîn. Hîna deqîqe di ser bûyerê re derbas nebûbûn gotin: “Ev cînayet ji aliyê Fetovanan ve hatiye kirin, ev cînayet ji bo xirakirina têkiliyên baþ ên di navebar Tirkiye û Rusyayê de provokasyonek e.” Þerê taybet nerîneke wisa fermî diyar kir, herkes li gor vê yekê axivî û dan axavtin. Ragihandina alîgir jî bi yek gotinê heman tiþt dubare kirin.

Gelek kes jî pirs dikin ka ev çalakî ji aliyê kê ve hat kirin an li piþt wê kî heye û li dewlet, rêxistin an kesên berbiçav digerin. Ev bi serê xwe þêwazekî veþartina rastiyê ye. Ev cînayeta siyasî di encama xebetake siyasî û bîrdozî de pêk hatiye. Em nizanin ka têkiliya vî polîsî bi rêxistineke fanatîk a olî, mezhebî re heye an na. Îhtîmaleke zaîf be jî dibe ku sempatiya wî bi rêxistineke fanatîk a oldar re hebe. Lê belê divê ev cînayet esas di çerçoveya atmosfera siyasî û bîrdozî de were nirxandin. Di þexsê AKP û Tayyip Erdogan de bi salan e ku li Tirkiyeyê nifþekî dijminê nasname û baweriyên xwedî sekn û bîrdoziyeke cuda tê afirandin. Ji vê yekê re afirandina nifþekî dîndar û kîndar jî dihate gotin. Tayyip Erdogan tim Ewropa an hêzên derve mîna hedef nîþan dan. Gotinên mîna Tirkiye Misiman e, Ewropa ji ber ku Misilman e neheqiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dike gelek caran hatin bilêv kirin. Dîsa bi gotina, Ewropa an navlêkirinên din hêzên derve bi destekdayina PKK’ê sûcbar kirin û bi vê yekê re civakeke xwedî hestên dijminane yên li dijî Xiristiyan, Ewropa û dewletên derve derxistin holê. Di encama vê polîtîkayê û van gotinan de gelek kesayetên ku dikarin cînayetên bi vî rengî pêk bînin, hatine amade kerin. Bi îhtîmaleke mezin ev polîs heyarenekî mezin ê Erdogan e. Vî polîsî slogana, “saxlem bisekine, em bi te re ne” gelek caran qêriye. Wêneyên di çapemeniyê de tên nîþandan radixin ber çavan ku rastiyeke wisa heye. Heya ev rastî neyê dîtin, ev cînayeta siyasî û atmosfera bîrdozî û siyasî ya vê yekê diafirîne nayê fahmkirin. 

Tevî ku trajediya li Sûriyeyê herî zêde Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP’ê afirandin, yek ji aliyê çalak ê þerê ku bû  sedem Heleb bi erdê re bibe yek jî tim gotinên, “Ewropa li Sûriyeyê çavê xwe ji trajediyê re digire; Neteweyên Yekbûyî berpirsiyariya xwe bicîh nayîne” bikar tîne. Bi vê yekê re jî bi têgihiþtina civakî ya li Tirkiyeyê ava kirin re berteka civakê diþîne ser hêzên cuda. Beriya niha li Sûriyeyê Rûsya û rejîma Esad sûcbar dikirin, di demên dawî de zimanekî ku bêhtir Sûriyê û Îranê sûcbar dike bikar tînin. Bi taybetî jî ji bo çeteyên girêdayî xwe ji Helebê rizgar bike mîna ku sivîlan rizgar dike propoganda meþandin. Di rewþa ku Îran û Sûriye xistin hedef de bi þêwazekî endirekt Rûsya jî mîna hedef nîþan dan. Kesên ku xitabî wan dike wisa fahm kirin. Derdorên dîndar û kîndar ên di encama xebata bîrdozî û siyasî de hate afirandin, di atmosfereke siyasî ya ku AKP’ê tevlî hev dike de cînayeteke bi vî rengî pêk anîn. Beriya vê cînayetê li gelek cihan li ber balyozxane û nûnertiyên Rûsyayê çalakiyên li dij Rûsyayê hatin lidarxistin. Di çalakiyên derbarê Helebê de yekser Rûsya xistin hedef. Ji ber polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê de Rûsya bû hedef. Ji ber polîtîkaya AKP’ê ya derbarê Sûriyeyê de Rûsya bû hedef. Polîsê fanatîk ê qaþo dîndar jî bi navê Îslamê mîna wezîfeyekê ev cînayet pêk anî. Axaftinên di dema cînayetê de û sekna wî vekirî nîþan dide ku qatil di rewþa derûnî ya bi vê rengî de bû.

 Ji DAIÞ û El Nusra bêhtir Erdogan û AKP xebatên fanatîk ên oldarî û netewî dimeþîne û dibe sedem ku kesayetên bi vî rengî derkevin. Gotin û polîtîkayên Erdogan ji bo derketina holê ya kesayetên bi vî rengî bûne zibilgeh. Polîtîka û gotinên AKP û Erdogan ev cînayet derxiste holê. Bi vî rengî mêzenekirina vê mijarê tê wateya çav girtina li rastiya Tirkiyeyê. Li dewsa gotinên vê rêxistinê kir, ji bo vê armancê pêk hat divê li polîtîka û gotinên ku desthilatdariya AKP’ê bilêv dike werê mêze kirin. Tê zanîn ku polîsên li ser bingehê vê polîtîka û gotinê þêwaz girt li Cizîr, Sûr û cihên din li ser dîwaran çi dinivîsandin.

Gotinên Rûsyayê yên mîna, “Ev cînayet provokasyona yên dixwazin têkiliyên Tirkiye-Rusyayê xera bikin e” tê wateya çavê xwe girtina ji rastiyê re. Dibe ku bi zanebûn vê argumana Tirkiyeyê bilêv dike û bi vê yekê re jî dixwaze Tirkiyeyê têxe rewþa ku bêhtir karibe wê bikar bîne. Lê belê em dikarin vê yekê bejin ku tu encam ji hewldana Rûsyayê ya dixwaze bi Tirkiyeyê re vê cînayetê ronî bike dernakeve. Ji ber ku li pey ê cînayetê ne Fettulahvan ne jî rêxistineke din heye. Ya ku rê li vê cînayetê vekir polîtîka û gotinên neteweperest, mezhepperest ên hêzên devre dijmin nîþan didin in. Li Tirkiyeyê ne tenê ji bo Ewropa ku tenê mîna Xiristiyan tê binav kirin, li dij Rûsyayê jî di asta civakî de dijminatî tu caran mîna vê demê pêk nehatibû. Heger niha desthilatdariya AKP-MHP’ê di mijara Rûsyayê de nizm dikiþînin û tawîzan didin, sedema vê yekê herî zêde Rûsya dizane. 

Heger ji bo vî kujerî rêxistinek were dîtin ev dikare Ocaxên Osmanî werê bilêv kirin. Dikare qala heyranên Erdogan bê kirin. Profîla ciwanan a Erdogan pesnê wê dide ev e. Ciwanên ji Erdogan re dibêje, “bêje bimirin em bimirin” ev e. Ji bo pesindayina Erdogan a dibêje ka þehîdbûn mertebeyeke çawa ye bersiva hate dayîn ev e. Qatil ji bo bi þêwazê Erdogan dibêje þehîd bibe ev çalakî pêk aniye. Girtina ser xwe ya Eniya El Fetîh a Þamê jî ji bo berovajîkirina rastiyê ye. 

HDP’ê bi gotina ku divê perwerdeya ji bo polîsan tê dayin divê were lêpirsînkirin re rastiya esasî ya vê cînayetê nîþan daye. 

Tê gotin ku Rûsya ê serî li Neteweyên Yekbûyî bide. Li gor nerîna me divê Rusya li Neteweyên Yekbûyî bîne rojevê ka polîta û gotinên AKP’ê Erdogan hebûna civakî ya neteweperest û mezhebperest ku afirand ji bo mirovahiyê xetereyeke çawa ye. Desthilatdariya AKP’ê û Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn roleke bingehîn ji derketina holê ya kesayetên ku li dij welat û gelên cuda dijminatiyê dikin. Ya werê lêpirsînkirin ev rol û pozîsyona AKP û Erdogan e. 

Divê li piþt vê cînayetê hin rêxistin an armanca xerakirina têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê neyê gerîn. Ji bo vê yekê helweseteke ku yekser bêje ev cînayet di encama polîtîka û gotinên AKP’ê û þêfê wê yê faþîst , yanî helwesteke bêje qiral tazî ye pêwist e.  



5225
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA

Yazarýn Tüm Yazýlarý: